Frogtoon Музыка

Биография артиста Şivan Perwer

Şivan Perwer 23'ê Rêbendanê Sala 1955'ê Li Gundê Sorî Kû Li Ser Siwêrekê Ye Û Dikeve Nêvbera Amed Û Ruhayê De Xwedê Daye. Bi Eslê Xwe Ji Nisêbînê Ye Lê Sala 1950î De Ji Bo Pevçûna Navbera Malbatan Mecbûr Man Ku Ji Nisêbînê Derkevin. Ciyê Lê Xwedêdayî Herêmeke Xwedî Giyaneke Rûh Felsefî Ya Pir Kûr E Mîna Dirûvê Erdnîgariya Xwe. Ev Dorhêl Bi Muzîkê Tije Ya Û Vê Kûrahiya Felsefi Kabiliyeteke Mezin Ya Mûzikê Jî Daye Mirovan. Bapîrê Şivan Perwer Bîlûrvan Û Dengbêjeki Mezin Bû. Eywaneke Aidê Xweserê Wî Li Gund Hebû. Bê Dost Bê Mêvan Bê Heval Nedikariya Bimîne. Li Wan Derhêlên Nîzik Kesên Xwedi Kabîliyetên Çandeyî Mîna Mûzîk Destan Çîrok Û Cûr Be Cûrên Wêjeyê Mûheqeq Dibûn Mêvanê Wi. Sohbetên Wanên Civakiyên Bi Muzîkê Heya Derengiya Şevê Domdikir. Dengbêj Rûdiniştin Bi Saetan Klasikên Gelêriyên Diroki Bi Dengên Bilind Dixwendin Û Dijiyandin. Mesela Siyabend Û Xecê Evdalê Zeynikê Eyşana Îbê Evdî Erebê Bêmal Delalê Qerejdaxi Lawkê Metînî Şêxa Delal Stranên Govend Û Dîlan. Bi Vî Awayî Ji Êvarî Heya Derengiya Şevê Ji Aliyekê Bilûr Ji Aliyê Din Keman An Jî Dengê Dengbêjan Li Kûrahiya Rûhê Insanan Tesîr Dikir Bi Sedsalan Ew Paş De Dibirin Û Ew Mirovên Bi Van Guhdarkirinan Radizan Gelek Caran Di Xewnên Xwe De Jî Ev Bûyêr Diditan. Ji Aliyê Din Ve Zordariya Li Kurdistanê Zulma Li Ser Ziman Çande Û Şexsiyeta Mirovan Hêj Bêhtir Jan Êş Dida Mirovan Û Di Pêşberê Van Tehdayiyan De Kîn Û Nefreta Di Hûndirê Wan De Berhev Dibû Hest Hiş Û Evîna Di Hûndirê Wan De Veşartî Digeriya Ev Qêrîn Ji Dikir Kû Bi Ruhî Bi Mirovînî Xwe Bi Tayê Jiyanê Ve Girêbide Û Dirûvekê Muzîkî Distand Dibû Muzîk. Va Ye Di Vî Atmosferî De Gelek Caran Di Her Bergehi De Lehengên Qehreman Bênav Digiheştin. Ango Di Têkoşîna Li Hemberê Zordariyê De Di Bûyerên Çandeyiyên Ji Vê Dirûvê Jiyanê Derdayî Kes Şexis Derketine Nêvengê Holê . Şivan Perwer Di Vî Atmosferi De Giheştiye. Tû Kesî Xisûsî Ew Perwerde Nekiriye Dijê Vê Ew Bûyereke Kû Dirûvê Jiyanê Derxistî Nêvengê Ye. Wî Di Biçûkatiyê De Dest Bi Stran Gotinê Kir. Di Tim Bûyerên Jiyayî Û Bîhîstî De Ew Dijiyan Û Bi Stran Ji Hundirê Xwe Derdixist. Mirovên Guhdarî Şivan Dikirin Ji Vî Zarokê Weha Biçûk Kû Buyerên Mezin Dijî Mat Şaş Dibûn. Buyerên Dijiya An Ji Xeyal Dikir. Dikire Stran Û Carinan Bi Seatan Digot. Vêca Li Dorhêlên Xwe Caran Ne Bi Çavê Zarokan Lê Dinêrîn. Di Civatê De Giraniya Wi Hebû. Lewra Weko Hêviyek Ya Civatê Ji Wi Hebe Pê Re Muamele Dikirin Her Demî. Şivan'ê Biçûk Li Dora Xwe De Şexsiyeteke Fîlozofîk Yê Muzîkal Dihate Naskirin Û Jê Heskirin. Lêbelê Li Gor Şivan Ev Civata Paşdemayî Berteng Lê Xwediyê Xususiyetinê Rind Bû Ji Aliyê Civakî Û Ccedil Andeyî Ve Gerek Bihata Guhartin. Bi Wi Ser Û Dinya Xwe Ya Bicûk Evên He Dê Çawa Pêk Banîna. Van Tiştên He Gişan Riyek Ya Çareyê Bi Wi Didan Lêgerinê. Ji Nêv Vê Civatê Derketin Ango Bi Der Ve Çûyîn Fîkra Li Hinek Tiştên Teorîk Geran Hin Bûn Û Dûv Re Jî Li Civata Xwe Vegerîn Di Temenên Biçûk De Ew Kûr Kûr Diamand. Ji Ber Kû Gelê Kurd Ji Her Ali Ve Hatibû Rapêçan Û Di Bin Tehdê Tûndiyê De Bû Di Ser De Polîtîkaya Bihûjtin Asimilasyon Ê Ya Tîr Hebû Riya Wî Ya Dî Hûndirê Çandiya Xwe De Bi Civakî Teorîk Teknîk Û Kirdarî Pratîk Pêşveçûna Wi Hatibû Birîn Girtin . Ew Civata Weha Ne Azada Kû Bi Vî Awayî Nedikarî Biser Bikeve Helbet Bêhtir Di Bergehê Çande Û Hunerî De Kariye Serfiraz Bibe. Derktina Şivan Jî Mînakek Ya Vê Yekê Ye. Weke Li Jor Hati Gotin Hunermendên Kurdên Bi Kurdi Digotin Di Jiyaneke Berteng Zehmetiyên Wê Pir Şexsiayata Hatî Êxisitn Bi Deng Remanên Xweş Çiqas Hîkarî Tesîr Li Civatê Bikiran Jî Ji Ber Êxistina Xwe Ya Şexsî Nexwdiyê Tû Biryarê Bûn. Hunermendên Kurdan Yên Li Gor Fermanên Emrên Dewletê Hereket Dikirin Jî Ji Rûmerên Netewî Dihatin Dûrxistin Vê Carê Jî Çiqas Xwediyê Derfetên Imkan Mezin Jî Bin Diketin Derecek Ya Bê Şexsiyetiyeke Din Ya Dûwem . Ango An Bi Kurdî Bibêje Li Rûmetên Xwe Xwedî Derkeve Di Bin Emrê Axayê Kurd De Bimîne Bibe Mirîdê Şêx Bibe Dengbêjek Basit An Jî Dest Ji Rûmetên Netewî Tevan Berde Bibe Xwediyê Derfetên Maddî Lêbelê Mina Qaşmerê Zordestan Hereket Bike. Va Ye Weha Bû Rewşa Çandê Hunermend Muzîsyen Hozan Û Nivîskarên Kurd. Şivan Perwer Li Van Tevan Îsyan Kir Û Çi Bigre Çi Bibe Bila Bibe Bi Armanca Çêkirina Herî Rind Pêkbîne Tembûra Xwe Hilda Hestên Xwe Yên Di Kurahiyên Giyanê Ruh Wi De Kombûyîn Bûyerên Di Mejiyê Wî De Çêbûyîn Bi Stranên Xwe Dan Gelê Xwe. Şivan Perwer Bi Profesyonelî 1975'ê Dest Bi Hunermendiyê Kiriye Li Gor Bûyerên Li Dinyayê Hatin Guhartin Her Sal Berhem Afirandine Bi Klasîkên Gelêrî Mijûl Bûye Di Vî Bergehî De Rê Şanî Gelek Hunermendan Kiriye Û Bûye Mînak Ji Wan Re. Dîskografî * Govenda Azadîxwazan 1975 * Hevalê Bar Giranim 1976 * Herne Pêş 1977 * Ey Ferat 1978 * Kîne Em 1979 * Hay Dil 1980 * Gele Min Rabe 1981 * Agiri 1982 * Bilbilo / Ferzê 1983 * Dotmam 1985 * Lê Dîlberê 1986 * Helebçe 1988 * Xewna Min / Qasimlo 1991 * Zembîlfiros 1992 * Ya Star 1995 * Naze 1996 * Heviya Te 1999 * Roj Û Heyv 2000 * Sarê 2001 * Helbestên Bijartî Yên 1 /Kirîvê 2002 * Helbestên Bijartî Yên 2/Klasîk 2003 * Helbesten Bijarti Yên 3 2004 * Min Bêriya Te Kiriye 2004 Http //ku.Wikipedia.Org/w/index.Php?title Şivan_Perwer&variant Ku

50 лучших музыкальных текст песни Şivan Perwer - Frogtoon Музыка

НАЧАЛО ŞIVAN PERWER
ПОПУЛЯРНЫЕ ТРЕКИ МИКСЫ АЛЬБОМЫ
Video 1 : 50
Share
Max